Ka em îşev ji xemgîniyê re bêjin cihê wê li ba me tune

Li ser stiranên Qamişlo û zaravên şêrîn


Di vî deqî de Dilêr di bîrdanka xwe de noq dibe û ji me re çîroka stiranên ku di zaroktiya xwe de, li bajarê Qamişlo li Bakurîrojhilatî Sûriyê, li wan guhdarî dikir diyar dike û dibêje ku wan stiranan bajar spehîtir dikirin û "ev bedewî pêdiviya wê bi guhdanê heye bêhtirî ji xemgînî û azarên ku kişandine" û xwediyên van stiranan himkûfî jiyaneke xweştir in.

17 نيسان 2024

Dilêr Yûsif

Nivîskar, derhêner û rojnamevan e Li Sûriyê derhêneriya çend fîlman kiriye, ji wan: "Nediyarî", "Baniyas: Destpêk", "Mîrên mêşên hingiv" û "Helbesta Dawî ya ku Stefan Buchwald dixwest binivîsîne." Pirtûkên wî yên çapkirî: "Çîrokin ji vê demê" (2014), "Rojbaş, xweşewîstno!" (2020), û "Qanûna zêrîn a tirsê" (2022). Niha li Berlîn - Almanya dijî.

Translated By: Fewaz Ebdê

يُمكن قراءة هذه المقالة باللغة العربية على هذا الرابط

This Text is also available in English on this link

Diyar e ku cîhan berê bedewtir bû. Bi vî awayî cih di bîrdanka min de girtiye. Kolan û cadên Qamîşlo tên bîra min, dema ez zarok bûm bi malbata xwe re li wî bajarê dûr dijîm. Ew hîn jî ji min re pirr dûr li Bakur xuya dike, tevî ku niha ez li bakurê rastîn, bakurê gerstêrka Zemînê/Erdê dijîm.

Diyar e ku Qamîşlo dûr e. Di her tiştî de dûr e. Di erdnîgariyê dûr e, û di bîrdankê de jî dûr e. Ez şeş salan li wî bajarî jiyam, ji dema ku ez çarsalî bûm di zarokatiyeke xerab de heta ku ez bûm dehsalî; destpêka ciwaniyeke zirz. Bîranîna min a yekem min vedigerîne Qamişlo. her ku raman min dibin Qamişlo, ez hest dikim ku ez li mala xwe ya yekem dihizirim, û ez goman dikim ku bîrdanka min mala me ya li Şamê, ji cihê wê radike û li kolanekê li taxa Xerbî/Rojava li Qamişlo datîne.

Dema ku ez dikevim bîrdanka xwe ya dûr, dizanim ku wî bajarî destpêka min pêk anî; Wêneyên despêkê ku min dîtin, serpêhatiyên min ên destpêkê di jiyanê de, destpêka jêhatîbûna min a futbolê, têkiliyên bi xelkê re û tiştê ku dinyayê dixwest wê demê nîşanî min bide... û stiran.

Li Qamîşlo û li Cezîra Sûriyê bi giştî, pêkhateyin cûrecûr pêkve dijîn; Ereb, Kurd, Asûrî, Çerkez, Kildanî, Tirkmen û Ermenî, misilmanên sunnî û şîe -û endamên mezhebên îslamî yên din jî hene- û Xiristiyanên ji mezhebên xwe yên cihêreng, cihû, êzîdî û bêol jî hene, êl, koçer û bajarî hene û hema hema tu dikarî bibêjî ku hemî pêkhateyên mirovan ên Rojhilata Navîn tê de dijîn. Ew bi sedên (an belkî bi hezarên) salan bi hev re dijän; bi evîn, hezkirin, biratî, şerên navxweyî û pirsgirêkên di nav hemû mirovan de li kêleka hev dijîn. Zimanên herî berbelav li wir Kurdî, Erebî û Suryanî ne, bi zaravên xwe yên cuda.

Ev tevliheviya seyr di vî bajarî de, ya ku di jîngeheke xizan de bi hemû nexweşiyên xizaniyê re dijî, çand û kelepûrek afirand, ku ne mîna çanda herêmên nêzîk ên weke Reqa, Dêrezor, Amed û Mûsilê ye. Tevî  ku bûyerên li wan bajaran diqewimîn bandoreke dîrokî lê dikirin, û hîn jî lê dikin, lê çanda Qamişlo bi awayekî cuda pêşket, û cihê wê di navbera wan bajaran de û avabûna wê ya nûjen, li gorî wan bajaran, (Qamişlo bajarekî nûjen e; di sedsala bîstan de, di serdema ku Sûrî ji hêla Frensiyan ve dagîrkirî bû, hatibû avakirin) ji çend aliyan ve ji wan cuda ye.

Di vê nivîsê de ezê li bîrdanka xwe vedigerim û li Stiranên ku li wî bajarê dûr dihatin (û hîn jî tên) bihîstin bigerim.

Stiranên kurdî

Padîşahê bajêr Mihemed Şêxo ye, heta roja îro ti kes nikare nigê xwe li nigê wî xîne, tevî ku ji bêhtirî sî salî ve ji jiyanê barkiriye (1989). Dibêjin li Qamişlo rêûresma ku ji darbesta Mihemed Şêxo re bû, hê mîna wê nebûye, belkî rêûresma ku ji bo xatirxwestina lîstikvanê tîma El-Cîhad Heysem Kiço re bû; yê ku di sala 2002-an de di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da, nêzîkayê lê bike. Lê cenazeya Mihemed Şêxo bê hempa bû. Dibêjin xelk ji deverên cuda yên Kurdistanê diherikîn da ku xatirê xwe ji lehengê xwe yê gelêrî bixwazin; qehremanê ku stiranên wî li her çar aliyên Kurdistanê deng vedane.

Ew kesê bejinziravî ku desthilatdarên şovenîst ên Sûrî, Îraq û Îranê bêzar kirin, heta roja mirina xwe stiran û hînkirina mûzîkê berdewam dikir û xelk heta roja îro jî stiranên wî yên netewî û evînî dibêjin.

Stiranbêjekî din ê ku gelek navdar bûye Seîd Yûsif e ku vê dawiyê koça dawî kir. Stiranên Seîd Yûsif di nav nifşên wî de navdar bû û derbasî nav nifşên li pey jî bûne. Dibêjin Mihemed Ebdulkerîm mîrê bizqê û navdartirîn ê ku li vê sazê dixist, berî ku Seîd Yûsif ji cîhana me barke, amûra xwe ya mûzîkê (Biaqza xwe) diyarî wî kiriye û gotiye heta ku Seîd Yûsif lê dixe Bizq namire.

Hin din jî li Qamîşlo navûdengê wan belav bû. Weke mînak, ezê behsa Stiranbêjê xwe yê hezkirî yê kurd Reşîd Sufî bikim, ku dibêjin Mihemed Ebdilwehab ê kurdan e, ji aliyekî ve bi jêhatiya wî di lêxistina Ûdê de, û ji aliyê din ve ji bo wî helbestên klasîk ên kurd bi awakî xweş û nazik distira. Stiranbêjê Kurd ê herî navdar Şivan Perwer jibîr nakim; yê ku bi Stiranên xwe yên netewî deng da, ewê ku Semîh Şqêr jê re Stirana لي صديق من كردستان اسمه شفان “Hevalekî min heye ji Kurdistan navê wî Şivan.” Hevjîna Şivan a berê Gulistan jî, xwediya pareke baş ji navdariyê bû. Feqehê Teyran û Aram jî guhdarên xwe hebûn.

Di nav nifşên ciwan de dengbêj Şeyda, Rojîn, Safqan, Zakariya Ebdullah û gelekên din hatin naskirin û gelekên din ku em nikarin behsa hemûyan bikin.

Baş e, ew hemû gihîştin para xwe ji navdarî û guhdaran, lê ti kes negihîşt navûdengê ku Ciwan Haco -kurê bajarê Tirbespiyê li gundewarê Qamişlo, ku gelek sal in li Almanyayê penaber e û çûna Sûriyê lê qedexe ye- gihiştê. Dibe ku  Ciwan Haco li seranserê Kurdistanê stiranbêjê herî hezkirî be, tê gotin ku di konsera wî ya li Kurdistana Tirkiyê, li bajarê Batmanê de, hejmara temaşevanên wî gihîştiye milyonek kes. Ciwan Haco, şagirtê Mihemed Şêxo bû, kelepûra kurdî ji nû ve zindî kir û di heman demê de muzîka kurdî nûjen kir, amûrin nû derbasî nava wê kir û bi tevahî mûzîkeke nû çêkir. Ciwan Haco cîhanek muzîkê ya nû û pêkhatî afirand. Kurd û bi taybetî jî Kurdên Sûriyê, hema bêje ku hemû stiranên wî ezber kirine.

Stiranên erebî

Tiştê ku ez li vir behs dikim stiranên ku li herêmê belav bûne, bê guman xelkê Qamişlo û derdora wê li stiranên navdarên mîna Feyrûz, Umm Kulthum, Sebah Fexrî, Amr Diab, Kazim El-Saher û kesên din ên derveyî sînor guhdarî dikirin..

Niştecihên Qamişlo her wiha li stiranên erebî yên jîngehên erebî yên nêzîk, weke Mûleyya Reqqayê, stiranên ku di nav êlên ereban ku li herdu kenarên çemê Firatê dijîn, di Dêrazorê re derbasbe ta tu bighê Iraqê guhdarî dikin; ew stiranên ku şivanên pez, cotkar û karkerên zeviyan li deşta Cezîra Sûrî dinehwirînin.

Dema ez dikevim bîrdanka xwe ya dûr, ji tiştên ku tên bîra min; stiraneke bi navê "Werda" mîna agirê bi çilo keve, belav bû. Heta roja îro jî pir kes nizanin ev stiran ya kê ye. Gotinên wê yên ku li her malekê, li her dikanekê û di her kasêtfiroşê de dihat bihîstin, ev in:

Werda hat ba min, çi xweş e ev hatin

Hemra û bodrakirî û porê sişwarkirî

Min destê xwe dirêjkir hibriyê

Wê go biqetî pişkokê galabiyê 

Min got ji te hez dikim û hezkirin ne guneh e

Wê got maçeke romansî ji min bistîne

جتني وردة وش محلى هالجيّة

مكثرة الحمرة والغرّة مكويّة

مديت ايدي جريت الهِبريّة 

گالت گطَّع زرار الگلابيّة

گِلت أحبج والحب مو خِطيّة

گالت حبني حُبّة رومنسيّة

Stiraneke din jî di sala 2002-an de, piştî mirina lîstikvan Heysem Kiço, ku berê li jor hatî behskirin, belav bû; Stirana ku malek ji CD ya wê bêpar nemabû. Di destpêkê de wiha dibêje:

Ez sersaxiyê ji Tîma Cihad re bixwazim

Yan ji xwe re

Ez sersaxiya xelkên Cezîrê bikim

Yan a xwe

Wêneyê Heysem Kiço

Îro nema ji bala min diçe

أعزي نادي الجهاد

مدري أنا أعزي حالي 

أعزي أهل الجزيرة

مدري أنا أعزي حالي

صورة هيثم كجو اليوم

ال مَعَد تفارگ خيالي.

Stiranên merdelî

Belê, ev stiranin bi erebî têne gotin, lê min dît ku ez wan bi nijandineke cuda bicih bikim, ji ber taybetmendiya vî zaravî û peyvên taybetî ku ew bikar tîne, ta ku bû weke zaravekî Cezîrê. Peyva "Mêrdelî" vedigere bajarê Mêrdînê û ji "Mardinli" ango Mêrdînî hatiye guherandin; Mêrdîn ew bajarê nêzîk. Gelek ji xelkê Qamîşlo ji devera ku bi navê başûrê Tirkiyê hat naskirin, bi dehan sal an jî bi sedan sal berê hatine û zaravê xwe yê şîrîn bi xwe re anîne. Axêverên vî zaravî li piraniya herêmên Qamişlo, Hesekê û gundewarên wan bicih dibin. Dema ez mezin bûm, min naskir ku ev zarav nêzîkî zaravê Mûsilî ye, ku nişteciyên bajarê Mûsilê û derdora wê li bakurê Iraqê pê diaxvin.

Ev zaraveke ku li Sûriyê hatiye nebedîkirin, nayê bîra min ku di radyoke sûrî de min stiraneke Mêrdelî bihîstibe yan di rêzefilmekê de temaşe kiribe ku tê de kesayetek bi merdelî diaxive, tevî ku zaravekî şêrîn, delal û nêzîkî dil e.

Niha piştî ku ez mezin bûm û ji welêt dûr ketim, ez hewl didim peyvên ku min di zarokatiya xwe de bi wan diaxivîm bikar bînim; çaxê ku min di kolanên Qamişlo de bazdida û bi du zimanên ku bûne “zimanê dayik” diaxivîm. Kurdî bi zaravê xwe yê kurmancî û erebî bi zaravê xwe yê mêrdelî, ku piştre di berjewendiya zaravê spî de yê ku ji aliyê xelkê Şamê ku bi eslê xwe ne-Şamî ve hatî afirandin, nebedî bû.

  Dengê Ebûd Fûad ji mal û xwaringehan dihat û wêneyên wî wek yek ji navdartirîn kesên ku stirana Mêrdelî distirê li ber kasêtfiroşan belav dibû. Gelekên din stiranên Mêrdelî gotin ta ku van demên dawîn gihîştin stiranbêjên Libnanî, yên ku ew bi zaravekî nû ku ji Lubnanîya Beyrûtî û Mêrdeliyeke ne tekûz pêkhatî, gotin.

Di van demên dawî de, Îbrahîm Kêvo bi taybetî li welatên Ewropayê bi gelek konsertên li wir bi navûdeng bû, wî erka vejandina kelepûra herêma Cezîrê li Sûriyê da ser mile xwe û bi kurdî, erebî (û Mêrdelî), suryanî û ermenî stiran gotin. Ne pêkan e ku meriv li ser sehnê stirana Îbrahîm Kêvo temaşe bike, bêyî ku pêlek şahiyê xwe berde hinavên temaşevanan. Ev mirov hema bêje balyozê Cezîrê ye bo şahiyê, ji ber ku hûn dibînin çawa ew bi dengê xwe yê qebe distirê:

De em îşev bistirên, de em bikin şahiyê

Ka em îşev bibêjin tune cê xemgîniyê 

Destê mid destê te de rab em herin dîlanê

Bi rastî, ez hej te dikim, ne henek in lê canê

De em îşev bistirên, de em bikin şahiyê

Ka em îşev bibêjin tune cê xemgîniyê 

Em bûn çûkên evînê, bi şahî em mezin bûn, 

ezmanê evînê de firiyan em çûn û çûn 

De em îşev bistirên, de em bikin şahiyê

Ka em îşev bibêjin tune cê xemgîniy

خَلّونا الليلة نغني خَلّونا الليلة نفرح

خَلّونا الليلة ت نقول للحزن ماله مطرح

إيدي وإيدكي مشتبكة قومي يلّا عالدبكة

بالصدق أنا حبكي والله أنا مو أمزح

خَلّونا الليلة نغني خَلّونا الليلة نفرح

خَلّونا الليلة ت نقول للحزن ماله مطرح

طيور محبة كِلْ صرنا بفرحتنا كِلْ كِبرنا

وبسما محبتنا تَ نطير بدنيت عشاق نسرح

خَلّونا الليلة نغني خَلّونا الليلة نفرح

خَلّونا الليلة ت نقول للحزن ماله مطرح

Wek encamnameya nivîsê

Tişta herî hêja ku mirovan di dîroka xwe de afirandiye muzîk e. Dengê can muzîk e. Muzîk zimanekî giranbuha ye bo têkiliyên di navbera mirovên ji nijad, reng û çandên cûda de. Muzîk tiştên ku şer wan parçe dike, ew wan dike yek. Di jiyana xwe ya kurt de, min dîtiye ku bi hezaran mirov li ber stranin ku nas nakin û eslê wan nizanin direqisin. Min dîtiye ku bi hezaran mirov ji stranan hez dikin û kêfê dikin, li gel ku tiştekî li ser zimanên ku pê hatine stiran nasnakin. Min dîtiye bi hezaran mirov kom dibin ji bo guhdarîkirina muzîk û stranin ji welatên dûr hatine; welatin ku ew tiştekî li ser nizanin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, an jî ya ku ez hewl didim bêjim, ev e ku li vê herêmê, ango li Cezîra Sûriyê, bedewiyeke mendehoş heye ku yek ji diyardeyên wê di stranên cudareng de diyar dibe ku cudarengiya niştecihên vî parçeyî ji zemînê nîşan dide. Û ev bedewî pêdiviya wê bi guhdanê heye bêhtirî ji xemgînî û azarên ku kişandine. Ev bedewî layîqe ku bê xuyakirin û wek zêr biçirisîne, û xwediyên vê bedewiyê û merivên wê layîqin jiyanekê bijîn ku ji dil jiyan be.

مقالات متعلقة

الصحافة في روجافا (2)

05 نيسان 2019
تتناول هذه السلسلة المكونة من أربعة أجزاء، والتي يكتبها الباحثان والأكاديميان، الإيطالي أنريكو دي إنجليس، والسوري يزن بدران، بيئة الإعلام في شمال شرق سوريا. وستركز المقالات الثلاث الأولى على تحليل...
الوسوم:

هذا المصنف مرخص بموجب رخصة المشاع الإبداعي. نسب المصنف : غير تجاري - الترخيص بالمثل 4.0 دولي

تصميم اللوغو : ديما نشاوي
التصميم الرقمي للوغو: هشام أسعد