يُمكن قراءة هذه المادة باللغة العربية على هذا الرابط.
"Ev heyber ji projeya "şiyakirina nifşên nû ji jin-rojnamevanên sûrî" bi hevkariya navbera dezgehên "Tora Jin-rojnemevanên Sûrî" û "Çîrokeke nehatiye gotin" de û bi serpereştiya rojnemevan Ruqayya Al-Abbadi hatiye der. "
Li gundê Tel-Ode ku yek ji gundên bajarê Qamişlo yê dikeve Bakurîrojhilatê welêt, Emanî Mehmûd (26 salî) bi berbanga zû re, ligel dehan keç, li kêleka rê radiweste, di germa havîneke dijwar û zivistaneke sar de li benda veguhestina gelemperî ne. Ew her roj diçin da ku li bajarê Qamişlo kar bikin, çiku jiyana wan serûbin bûye, û barê wan di bidestxistina hevsengiya kar û jiyana malbatî de giran bûye.
Xebata Emanî ligel malbata wê di çandiniyê de li gundê wê Tel-Ode alîkariya wê dikir ku debara jiyana xwe bike, dibêje: “Nêzîkî nîv rojê me di çandiniyê de kar dikir, wextê me hebû ku em vehesin, serdana heval û hogiran bikin û bi erkin din jî rabin, û cihê kar nêzîkî malê bû.”
Havîna sala 2021ê, ji germa zêde rokê li Emanî xist, lewra ew neçar ma ku demeke dirêj bo dermankirinê biqedîne û çend mehan dev ji kar berde. Di vê serdemê de, Emanî û malbata wê hest bi bandora guhertinên giran ên avhewayê li gundê wan û deverên derdorê kirin; ji barîna baranê ya dereng bigire heya bilindbûna pîleyên germê, ku di encamê de ziyaneke mezin li berhemên çandiniyê bû. “Guhertinên avehewayê bandora xwe li jiyana me, çandinî û awayên ku me debara jiyana xwe dikir hişt,” ew dibêje.
Di encama guhertinên avhewayê de, berhema çandiniyê di van salên bûrî de kêmbûnek dît. Vê yekê hişt ku gelek keç xwendina xwe ya dibistanê berdin û berê xwe bidin bajarê Qamişlo, da ku derfetin kar bibînin û debara xwe û malbatên xwe pê bikin û van nîrên dijwar ên jiyanê derbaskin.
Kêmbûna rûberên çandiniyê
Li gorî Wezareta Çandinî û çaksaziya Çandiniyê ya Sûriyê, heta nîvê Nîsana 2023an, herêmên Cezîrê li Sûriyê rêjeyên baranê ji rêjeya xwe ya salane kêmtir tomar kirin. Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ragihand ku rêjeya barîna baranê di demsala zivistana 2022’an de li bajarê Qamişlo 22% ji rêjeya salane kêmtir e.
Rêveberê yekîneya rêberiya çandiniyê li gundê Tel-Ode, Ednan Cimo dibêje ku “di salên dawî de, ji sala 2018 heta 2020, rêjeya baranê baş bû, vê yekê hişt ku cotkarî tovên ku di wê heyamê de hatine embarkirin bikar bînin. Lê ji destpêka sala 2020an heta sala 2023an ji ber kêmbûna baranê, ziwahî û bahozên qûmê rêjeya çandiniyê 80% kêm bûye.”
Li gorî rapora Rêxistina Xwarin û Çandiniyê (FAO) ku di sala 2021ê de hat weşandin, "kêmbûn û belavkirina nebaş a baranê di mûsimê çandiniyê yê 2020/ 2021 de, ku bi gelek pêlên germê, lêçûnên zêde, kêmbûna ava ku ji bo avdaniyê hewce dike û her wiha lêçûna sotemeniyê zêde ye, rûberên ku ji çandiniya dexl re hatiye veqetandin kêm bibû.”
Di tabloya jêrîn de kêmbûna rûberên ku li gundê Til-Ode hatine çandin, û kêmbûna berhemên çandiniyê, li gorî yekîneya rêberiya çandiniyê li gundê Tal-Ode nîşan dide:
Sal | Rûbera çandî/ hektar | berhema her hectare/ kg | salane ya gund/ ton |
2019 | 1100 | 3000 | 3300 |
2020 | 950 | 100 | 1330 |
2021 | 980 | 0 | 0 |
2022 | 900 | 400 | 360 |
2023 | 500 | 700 | 350 |
Bandorên guhertina avhewayî û siyasî
Gelek keçên gundê Tal-Ode ji bo karibin debara jiyana xwe bikin neçar bûn ku bar û berpirsiyariyin zêde hilgirin. Emîra (navekî nepenî, 24 salî) bi jinên mayî yên gund re heman kêşeyên avhewayê parve dike, ji wan kêşeyan germa zêde, kêmbûna baranê û bihayên bilind ên sotemenî, gubre/semad, û tovên nepakkirî. Malbata Emîra ziyanin mezin di berhem û lêçûnên çandiniyê de dîtin, nemaze sala bûrî.
Emîra bi kincekî reş rûniştiye, bandora westan û dilgiraniyê li rûyê wê xuya dike. Ew çîroka xwe ji me re weha dibêje: "Berê xaka me ji me re jiyaneke hêja peyda dikir bêyî ku hewcedariya me bi karekî din hebe, ji ber vê yekê palpiştiya me ya bingehîn li ser çandiniyê bû, ev pîşe ya ku me ji bav û kalên xwe wergirtiye."
Emîra li gel xwendina xwe di karê çandiniyê de jî dixebitî, lê kawdanên gund, avhewaya gund û rewşa aborî û siyasî ew neçar kirin ku ji bo xebatê berê xwe bide bajêr. “Piştî ku em xwedî erd û zevî bûn, me ferqeke mezin di navbera jiyana li gund û bajêr de dît.” Emîra dibêje.
Raporeke ji hêla "Jinin ji bo dadmendiyeke avehewayî cîhanî" ve, bi sernavê "Guhertina avhewa jî zulmê li jinan dike", nîşan dide ku rêjeya jinan ji rengvedana guherîna avhewayê û bertekên wê heta çardeh qatî ji ya mêran zêdetir e.
Di encama ferzkirina leşkeriya neçarî ya ji aliyê rejîma Sûriyê ve li mêran, gelek gundî neçar bûn ku biryarên dijwar bidin, ji ber ku bijarteyên wan di navbera koçberkirina derveyî welat an mayîna li gund û bê derfetên kar mabûn. Lê hin xortan kar kirin ku li bajêr bixebitin û bi qaçaxî di nav zeviyên çandiniyê re bigihêjin bajarê Qamişlo, li şûna 14 km, ji gundên derdorê, 35 km di çûnûhatinê de qut dikin.
Van sedeman barê jin û keçên gund girantir kirin, Emira jî di nav de, ya ku neçar ma li bajêr bixebite da ku debara malbata xwe bike; çiku karê xwişkên wê yên li bajêr rawestabû.
Peymana Çarçoveya Guhertina Avehewayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) tekez dike ku jin, bi taybetî yên ku li herêmên xizan û herêmên nakok dijîn, ji ber guherîna avehewayê rû bi rû bi metirsî û bargiraniyên mezintir re dimînin.
Di heman demê de anîna ava paqij ji bo malbatan berpirsiyariya jin û keçan e. Piştî ku di sala 2013an de Tora avê ya sereke li gund di şer de hat xirakirin, gundiyan ji bo peydakirina ava vexwarinê û avdana zeviyan palpiştî bi bîrên binerd ên gund kirin.
Lê Emanî Mehmûd, Ji bo veguhestina avê duqat diweste, ji ber ku ew rojê du caran bîdonên plastîk li ser milên xwe hildigire berî ku here karê xwe û piştî vegerê, ev yek bargiraniyeke din li roja wê zêde dike, ji ber ku veguheztina avê 15 xulekan didomîne. Emanî dibêje: “Ji ber ku bîreke me tune ez ji bîreke din avê tînim, tevî ku çend birayên min ên ciwan li malê ne jî, kes vî karî nake. Xuyaye ku ev berpirsiyariya min e, ji ber ku ez jin im û ev beşek ji karê min e.”
Li gorî raporeke Hezîrana 2023 ya UNICEF û WHO, "Jin û keç ji bo berhevkirina avê rêveçûnin dirêjtir dikin, wextê wan ê ji bo perwerde, kar û dema vala de winda dibe, û di rê de metirsî ji wan re peyda dibin, çi laş û çi metirsiyên din."
Fleur Newman, seroka Panela Zayendî ya Neteweyên Yekbûyî li ser Guhertina Avhewayê, her weha destnîşan dike ku "bandorên avhewayê, û bi taybet bûyerên bayê tund, bandorê li rola jin û mêran li seranserê cîhanê dike, nexasim li gundewaran."
Pirsgirêkên jiyanê li bajêr
Piştî mirina dayika Emanî Mehmûd ew ma kebaniya malê ku debara malbata bike. Di destpêkê de, wê ligel keçên ku pêre dixebitîn, ligel ku di hilgirtina kertonên avê de dixebitî, barê çar kemyonan -ku di navbera dikan û xwaringehan de kar dikirin- dadixistin. Dema xebatê ji heştê sibehê heta pêncê êvarê dirêj dikir. Carinan li gorî kar dihat xwestin ku kîsên birincê yên pêncî kîlo li ser pişta xwe hilgirin.
"Di encama xebata dijwar û hilgirtina barên giran de, di demên nediyar de ez diketim bênimêjiyan û ez neçar dibûm derziyan li xwe xînim da ku êşê kêm bikim. Min nikarîbû li ber çavdêrên xwe bêjim ku ez nikarim barên giran hilgirim, ji ber ku Pêdiviya min bi kar heye.” Emanî dibêje.
Mûçeyê heftane ku pêncî hezar lîreyên sûrî tê texmînkirin digiha Emanî. Lêbelê, ew neçar dimîne ku her roj beşek ji vê mûçeyê li lêçûnên rojane yên veguhestinê, ku digihêje şeş hezar lîreyên sûrî, xerc bike. Ew dibêje: “Xortên li ser kar ji keçan pêkhatîtir û serpereşt in û mûçeyên wan ji yên me bêhtir in.”
Emanî ji ber westana laş û piskolojî di kar de neçar dimîne ku karê xwe biguhêre. Dema ku me cara yekem ew dît, ew wek barkêş dixebitî, lê niha di nanpêjxaneyekê de dixebite, ev yek jî bandorê li rewşa wê ya psîkolojîk dike û dixe rewşeke nearam, li gorî ku ew dibêje.
Li gorî pisporekî Neteweyên Yekbûyî, "Dema ku bobelatin sivik an ji nişka ve çêdibin û riyên jiyanê teng dikin, dibe ku civak bi awakî neyînî li jiyanê bibane, jin û keç, ji bo ku bijîn, neçar bibin rêyin bi tirs û saw bigrin."
Ghada (navekî nepenî, 15 salî) heman êşê dikişîne, di sala 2013an de ji ber rewşa aborî ya dijwar a malbata wê neçar ma dest ji dibistanê berde. Bavê wê nema karîbû xercê xwendina wê û xwişkên wê bidest bixe.
Wê demê Ghada bi keçên gund re di warê çandiniyê de xebitî. Bi kêmbûna berhemên çandiniyê re li gund, ji ber kêmbûna çavkaniyan û guhertinên avhewayê, hejmara cotkarên ku palpiştiya wan bi berhemên çandiniyê bû, kêm bûn, ev jî bû sedema ku hêdî hêdî karê xwe ji dest bidin.
Ji bo peydakirina karekî ku debara xwe û malbata xwe bike, Ghada bi çend jin û keçên gund re koçî bajarê Qamişlo kir. Wê bi dengekî nizm behsa karê xwe yê li bajêr kir û wiha got: “Min dît ku ji bo kar gelek keç berê xwe didin bajêr, min jî da pey wan, heta ku min di kargeheke çêkirina Çîpsan de kar bidest xist. Karê min veguhastin û dagirtina kartolan di sarincokan de bû.”
"Em nêzîkî panzdeh keçên gund di heman kargehê de dixebitin, û betlaneya me tune, eger em betlaneyê bixwazin, divê em lêçûnên wê hilgirin, ji ber ku ew ji mûçeyên me têne qutkirin, mûçeyên me ku berê, li gorî dema xebata dirêj, hindik in. Ger di kar de tiştek xirab bibe, em in yên ku ji kar tên avêtin" Ghada weha dibêje.
Karê Ghada bandoreke neyînî li tunduristiya wê dike, çiku ji ber bêhna beharatên di kargehê de rastî Hestiyariyê hat. Ji ber nebûna maskeyên parastina kesane, û bi demjimêrên dirêj ên kar li ser piyan re, ew anha bi nexweşiya iltîhaba çokê ye. Bi ser de jî, Ghada di kar de rûbirûyê zehmetiyin din dibe, wek nebûna kondîşinê li kargehê di havîn û zivistanê de, û nebûna dabînkirina tunduristiyê Ew dibêje: "Ez li karekî din digerim da dev ji vî karî berdim. Ger malbata min ne hewce bûya, min li vir kar nedikir û li gund bimama ji min re birûmettir bû."
Di vê çarçoveyê de, Rîm Al-Salim, raportera taybet a Netewên Yekgirtî li ser tundûtûjiya li dijî jin û keçan, sedem û encamên wê, di raporteke xwe de dibêje: “Ji jin û keçan re, guhertina avhewa metirsiya herî giran e, çiku, ji ber newekheviya zayendî, bandorên dûr û dirêj li şêweyên nû û yên ku bên dihêle.”
Kêmbûna Piştgiriya çandiniyê li Tel-Ode
Di Mijdara 2018an de, hikûmeta Sûriyê belgeya Pişpkdariyên Niştimaniya Diyarkirî di çarçoveya Peymana Avhewayê ya Parîsê de belav kir, ku tê de nêrîn û siyasetên pêşerojê ji bo çareserkirina bandorên guherîna avhewayê ji bo serdema 2020/2030 dihewîne. Belgeyê amaje kir bi karên ku ji bo çareserkirina kêmkirina ziyanan di hemû beşan de, û beşê çandiniyê jî di nav de, ji ber ku armanca wê pêşxistina vî beşî û rawestana bandorên germbûna gerdûnî û bandorên şer e, û tekezî li bidestxistina armancên rêkeftina Parîsê kir.
Çandinî û xwedîkirina sewalan karên sereke yên piraniya niştecihên gundê Tal-Ode ne. Gundî di karê çandiniyê de çalak in, ew çandiniyên havînî û zivistanî dikin; wekî genim, ceh, gijnîj, nîsk û kemûnê. Gund bi berhemdana xwe ya çandiniyê ciyawaz e, ji ber ku bi awayekî girîng beşdarî berhemdana genim û ceh kiriye, bûye yek ji gundên herî berhemdar li Bakurîrojhilatê Sûriyê.
Lê ji ber ziwabûna ku –bi sedema kêmbûna baranê, germa zêde û miçiqandina bîrên ku li bende ava baranê bûn- hat herêmê û kêmbûna piştevaniya dezgehên hikûmî û nehikûmî, gelek cotkarên jin û mêr zeviyên xwe û karên di çandiniyê de ji dest dan.
Li gorî ragihandina yekîneya rêbriya çandiniyê li gundê Tel-Ode, hejmara bîrên binerdê 205 e, û di salên bûrî de nêzîkî 43 bîran bi temamî rawestiyane, û 162 bîr rojane ji ber qutbûna elektrîkê, di navbera saetek û saet û nîvekê de kar dikin.
Rêveberê yekîneya rêberiya çandiniyê ya gundê Tel-Ode Ednan Cimo dibêje "Ji ber ziwabûnê û miçiqîna çemê Caqcaq ji sala 2015an ve ku me zeviyên xwe yên çandiniyê pê avdidan, gund niha demeke dijwar dibûrîne."
Di salên bûrî de, cotkarên jin û mêr piştgirî ji hikûmeta Sûriyê werdigirtin, bi dabînkirina tovên cureyên baştir ji deverên din, wek Minbic, Ras Aleyn/Serêkaniyê û Tel Temr, û gubre ji navendên fosfata Humsê dihatin hinartin û rewşa gund baş bû, li gorî gotina gundiyan.
Di sala 2014an de, ji ber şer û girtina rêyan, hikûmeta Sûriyê alîkariyên pêwîst rawestand û rewşa çandiniyê jî pir nebaş bû. Ednan Cimo dibêje: “Hikûmeta Sûriyê dest bi şandina tovên nepakkirî ji xelkê re kiriye, û ev yek bû sedema kêmbûna rêjeya çandiniyê.”
Dûv re, di sala 2015an de, Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) piştgirî da tov û gubre, lê ji nişka ve piştgirî di sala 2019an de rawestand.
Di vê derbarê de, endezyara çandiniyê ku berê bi FAO re girêbestek girêdaye (wê nexwest navê xwe bêje) diyar kir ku “sedema qutbûna alîkariya FAO ji bo gundên Qamişlo -û gundê Tel-Ode jî di nav de, ji ber ku cureyên pejirandî û pakkirî li Rêveberiya Çandiniyê li parêzgeha Hesekê berdset nebûn." Wê got jî, "projeyên FAO li bakurîrojhilatê Sûriyê vê dawiyê hatin rawestandin, ji ber ku rêveberiya rêxistinê li Şamê daxwaz kiribû ku piştgiriya herêmin din wek Heleb, Tertûs û Laziqiyê bikin, çiku hewcedariyeke xurt bi parêzgeha Hesekê tuneye."
Li gorî raporeke taybet a şanda Xwarin û Çandiniyê li Sûriyê ji bo nirxandina berhem û dabînkirina xwarinê di sala 2021an de, “Şanda nirxandina çandinî û ewlekariya xwarinê, salane di navbera 2013 û 2019 de, ji bilî 2015bi hevbeşiya di navbera Rêxistina Xwarin û Çandiniyê û Bernameya Xwarinê ya Cîhanî li Komara Sûriyê de, pêk dihat. Lê qeyd û bendên ku piştî derbûna Covid-19 li tevgerên navneteweyî hatin ferykirin, di sala 2020an de di warê pêkanîna berfireh a şandê de bûne asteng."
Rêveberê yekîneya çandiniyê li gundê Tel-Ode Ednan Cimo dibêje: “Ji bo bidestxistina alîkariya pêwîst ji gund re, me têkilî bi dezgehên çandiniyê yên Hesekê, beşê çandiniyê li Qamişlo û FAO re danîn, lê mixabin heta niha me bersiv ji wan wernegirtiye.”
Ji ber nebûna desteka saziyên hikûmî û nehikûmî, barê herî mezin di debara jiyanê de li ser milê jinan e. Ghada dibêje: "Eger projeyek ji bo guhertinên avhewayê hebana, em ê vegeriyana jiyana xwe ya asa li gundê xwe û li nêzî merivên xwe di çandiniyê de bixebityana."