Xebata Lemya

Dijî tundûtûjî û cudakariya bi awayê civakî


26 شباط 2024

Arya Hacî

Rojnevaneke sûrî.

Translated By: Fewaz Ebdê

يُمكن قراءة هذه المادة باللغة العربية على هذا الرابط.

"Ev heyber ji projeya "şiyakirina nifşên nû ji jin-rojnamevanên sûrî" bi hevkariya  navbera dezgehên "Tora Jin-rojnemevanên Sûrî" û "Çîrokeke nehatiye gotin" de û bi serpereştiya rojnemevan Meysa Salih hatiye der."

"Bi biryarekê ji diya min, berdewamkirina xwendinê li min hat qedexekirin; ev bû destpêka min bi tundûtûjiyê re".

Bi vê gotinê Lemya (navekî nependî ye) dest bi çîroka xwe kir, ji tirsa civaka derdora xwe û ji bo navê xwe yê rastî veşêre ev nav bijart. Ev xanima çilsalî ya ku bi zarokên xwe re koçber bûye, li Bakurîrojhilatê welêt li gundewarê Qamişlo dijî, û bêhedan kar dike ku bandora ku rêveçûneke dirêj ji tudûtûjî û cudakariyê lê kirine, ji ser xwe rake û bide alî; rêveçûneke ku gelek ji temenê wê xwar.

Lemya ta qûnaxa seretayî ji xwendina xwe bidawî kir, bi malbata xwe re li Kuweut dijî, dûvre piştî ku rêjîma Iraqê sala 1990î derbasî Kuweyt bû, malbat vegeriya Sûriyê û ji nûve dest bi nijandina pelikên xwe kir, û ji wan vegera zarokan li dibistanê. Hingê êşa Lemya dest pê kir; çaxê ku diya wê qebûl nekir ku ew li xwendinê vegere, behaneya biyara bêveger ew bû ku "Dawiya keçê her li mala mêr e", lewra ti pêdivî bi xwendinê tuneye, lê derbarê  lawan berevajî bû û bi xurtî dixwest ku herdû law xwendina xwe berdewam bikin.

"Hîna ew danûstendina nebaş ku bi min re dikrin tê bîra min; ez neçar dikirim ku karên malê tevan bikim bêyî ku guh bidin neqebûlkirina min, ta gotineke xweş jî ji min re nedigotin" Lemya wiha dibêje û berdewam dike ku daxwaza wê ku bi zaroktiya xwe hest bibe û bi hevalên xwe re bilîze, û neqebûlkirina ku bi karên malê rabe, hişt ku gelek caran tundûtûjiyê ji birayê xwe yê mezin bibîne.

Destê Lemya ji mafê wê ku weke dixwaze bi zaroktiya xwe şad bibe hate birrîn. Wek mînak bi tundî çêkirina leyistokan lê hat qedexekirin (tê zanîn ku di herêma me de keçik leyistokan çêdikin û bi wan dilîzin). Çi leyistokên ku Lemya di zaroktiya xwe de çêkiribûn, diya wê ew çirvirandin da ku kêmaniyê di karên malê de neke!

Çalakvana fêmînîst Ruba Ghanim bingeha tundûtûjiya dijî jinan li "Newekheviya zayendî di terazûya hêzan de" vedigerîne û dibêje ku danpêdana bi tundûtûjiyê ronahiyê davêje ser bûyerên ku ji cudakariya zayendî û dexsîna ji jinan der bûne; ew tundûtûjiya ku danûstendin weke tiştekî normal pêre dibe.

Ruba berdewam dike û dibêje ku heye ku jin jî –mîna mêran- bi karin tundûtûjî dijî jinin din rabin, çi di çarçova malê, yan kar û yan derin din de be, "Mirov  dikare bêje ku ev weke bersivdaneke normale li ser jîngeha ku desthilatdariya nêr, û taybetmendiyên nêrbûnê ku jiyana jinan a giştî û taybet dixemilînin."

Awayên tundûtûjiya dijî jinan pirralî ne û kok yek e

Lemya dimîne êsîra karên malê. Di wê demê de gelek xort tên wê dixwazin, lê ji ber ku biçûk e dê û bav wê nadin.

Di roja ku bû 18 hijdesalî de, ji cotkariyê vedigeriya mal dibîne ku vaye bav û apê wê perê qelenê wê dijmêrin. Seyr dimîne, ji ber ku ti kesî ew agahdar nekiriye.

"Bi awayekî nerasterast min li sedema hatina apên min û ew tiştê dikin pirsî, gelo hatine erd bikirrin yan trimbêlê? Min nediwêrî yekser û eşkere pirsa xwe bikim yan nerazîbûna xwe ji vî hawayê şûkirina/mêrkirina xwe diyar bikim. Diya min got: Bavê te tu dayî kurê apê te".

Piştî pêkhatina şûkirinê, Lemya rasreî rengekî din ji tundûtûjiyê hat. Dibêje ku min gelek azar kêşan, "min ne mêrekî zana û têgihiştî bidest xist, lê yekî zirz bû her tundî bi min re bikar tanî, û bi zorê dihişt ku ez hemî karên malê bikim, bêyî ku guh bide rewşa min, ta ku ez nexweş bama jî maf nedida ku ez hinekî xwe vehesînim"

Lemya di herêmekê de dijî, ku tîtal û rewişt desthilatdariyê lê dikin, û wan bandore xwe li hemî movikên jiyana jinan dikirin û nedihiştin ku ew ti birayarên bi jiyana wan a giştî û ya taybet ve girêdayî bistînin. Lewra bidawîkirina şûkirineke neserketî dibe bijartina dawî ku Lemya têde bifikire, yan çi jina ku di wê jîngehê de be, nemaze ku mêr (hevjîn) ji merivan be. Û dema ku bi yekemîn zarok ducanî bû xweş bawer kir ku berdan bû xewneke dûr û nayê bidestxistin.

"Ez bawer dikim ji ber bicihkirina navendiya siyasî di Sûriyê de wê çalakvaniya sivîl a ku di bajaran de guh dide zanînê wê bê çesipandin, çikû em dibînin ku di hişmendiya bijardeyên çandî û çalakvanên sivîl de hatiye bicihkirin, lewra em dibînin ku destpêkirin ji bajaran bû." Nivîskar û rojnamevan Abbas Mûsa amaje pê dike û dibêje ku divê di gundewaran de sêstema KÛTA (Qouta) di hemî babetan de –û ev babet di nav de- bê pêkanîn. 

Sebeta netewên yekbûyî tundûtûjiya ji aliyê civakî û bi taybetî tundûtûjiya dijî keç û jinandide naskirin ku ew bêhtirîn awaye mafên mirovan di cîhane de binpê dike. Û ew tundûtûjiyeke ne sînorên civakî, ne aborî û ne niştimanî nas dike. Rêjeyên cîhanî diyar dikin ku her ji sê jinan jinek di jiyana xwe de bi laş yan bi zayend tê peşêlkirin. Tundûtûjiya ji aliyê civakî, tundurustî, rûmet, ewlehî û serxwebûnê li nik qurbaniyên xwe dişkîne, û tevî vê jî bi çanda bêdengiyê tê nuxumandin.

"Min diya xwe agahdar kir ku ez berdanê dixwazim, lê bersiva wê ew bû ku bavê min pê bizane, wê lêxistineke xweşşik li bende min be, wê qet piştgiriya min nekir û bû sedem ku ez barekî giran hilgirim û hê ez ne bûme bîstsalî ", lê berdewam dike û dibêje ku jinbava min -jina wî ya duwem- piştgiriya biryara min kir û karîbû –bêhtir ji diya Lemya- bandora xwe lê bike û wî qayil bike. Piştî erêkirina bav, yekemîn car bû ku Lemya diçe dadgehê û di karûbarê berdana xwe de dixebite. Û dawî bidest xist.

Jinin ji aliyekî ve bi tundûtûjiyê têne peşêlkirin û ji aliyê din ve bi xaleke kêmbûneke civakî

Lemya dibêje ku diya wê sêwî bû, li ba dapîr û xalanên xwe hat xwedîkirin û mezin bû, û çaxê ku şû kir/ mêr kir, ew bi berdewamî raserî tundûtûjiyê ji hêla mêrê xwe ve dihat. Lewra çaxê ku Lemya jê re bû, wê dît ku ji mafê wê ye ew jî tundûtûjiyê derbarê Lemya de bikar bîne ta piştî mêrkirinê jî. Piraniya jinên herêma ku Lemya û diya xwe lê dijîn, rojane êşa tundûtûjî û cudakariyê dikşînin; ji xwendinê tên birrîn, û zû wan didin mêr, ji ber sedema ku tîtal û rewişt li herêmê desthilatdar e, li gorî ku Lemya dibêje.

Piştî berdanê, Lemya ma bi tena serê xwe ku barê jiyanê û xwedîkirina zarokê xwe hilgire û pêdiviyên wî bidest bixe. Dayika wê ti alîkarî pêre nekir û ne carekê pere danê ku derman, cilûberg û pêdiviyin din ji lêwik re bikire, lewra wê dît ku divê ew palpişta xwe be, û ji ber ku wê ti bawernameyin zanistî nebûn, ti rê ji bilî xabata cotkariyê nedît da ku karibe serxwebûna xwe ya aborî pêk bîne. Bi rojhilat re derdiket û bi rojava re vedigeriya, û bi ser de jî karên malê li bende bûn.

Di xwedîkirina lêwik de Lemya tenha ma. Bi derbasbûna demê re hest kir ku pêdiviya wê bi hevjînekî heye. Kesek bijart û pêre şû kir. Piştî şûkirinê dît ku di bijartina xwe de şaş çûye; ne ev mêr ê ku wê dixwest. Wê bi bêdengî û veşartina êş û azarên bi mêr re dibîne baca biryara xwe da. Di vir de du zarokên din ji wan re bûn, lê her mêr/hevjîn lêxistin, tundûtûjî pêre bikar tanî, ligel ku pirr caran pêre ranediza û çend carî hişt ku zarokê jiber xwe bike. Dawî jî ji nişkave û bêsedem mêrik ew berda. Lemya weha dibêje.

"Tevî ku berdan a cara yekem li gor daxwza min bû, û ya duwem bi zordarî li min hat kirin, lê min baceke mezin derbarê wê de danî; bi dexs û goman civaka derdora min li min dinerî, nemaze jinên civakê." Lemya bi vî hawî zelal dike û dibêje ku wê xwê li birîna xwe danî da ku jiyana xwe bidomîne, çikû ji xemgînî û azarkêşiya ku jiyana dagirtine dilgiran bûye û hêvi û daxwaza wê ya herî mezin maye: jiyaneke aram, jiyaneke bê kêşe, jiyaneke bê xemgînî.

Hewcedariya bi karin bi her awayî bo bidawîkirina tundûtûjiyê li dijî jinan

Lemya raserî hin hevrikiyan hat, û hê jî tê, lew bi lawekî xweyî heştsalî re dijî, malbata wê têkilî pêre qut kirine û qet guh nadinê, lewra ew neçar dimîne bi tena xwe van astengan derbaske û pêdiviyên jiyana xwe ya rojane pêk bîne.

"Bilindbîniyeke min heye ku ez vehesim. Hedar bibim, û serxwebûneke aborî bidest bixim; karibim xaniyekî bikirim û têde bicih bibim; û ew xanî/mal bibe dergehek ji aramiyê re; ewa ku min nedîtiye".

Çalakvana fêmînîst Ruba Ghanim dibîne ku xebata li dijî tundûtûjiya li jinê dibe erkê hemû rêxistin ü dezgehan e, û gereke hevrêziyekê di nav hev de çêkin da wan astengên zayendî di navbera jin û mêran de çareser bikin û bi her awayî mafê jinan biparêzin; mîna erêkirina rêkeftinên cîhanî yên bi tundûtûjiya dijî jinan ve têkildar in û dewletan neçar bikin ku biryarin di vî warî de bêne derxistin û kar bi wan bibe. Weha jî divê zagoneke niştimanî berfereh bê cêbicêkirin li dijî tundûtûjiyê, û wê weke tewanbarekê binav bikin ku li ser bê cezakirin, ligel çaksaziya sêstemên dewletê bo gihandina jinê ta desthilatdarî û dadgehan bo agahdarkirina ser çi rengî ji rengên tundûjiyê ku rû didin.

Ruba berdewam dike û dibêje ku divê gelek lêkolînên derbarê hemî awayên diyardeya tundûtûjiyê de bên amadekirin, da bighên serjimêrin hûrbîn û zanyariyin belgekirî derbarê bûyerên tundûtûjiyê, cihên lê rû dane, şêweyê wan, nasnameya kesên pê rabûne û hejmara jinên ku jê rizgar bûne, û zanyariyin din jî ku alîkariya me bikin da bi zanîn li ser rastiya tundûtûjiyê rawestin. "Divê em van serjimêran deynin ber destên cemawer, nemaze kesên akadîmî, siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl. Weha jî divê kar li ser  lêkolînin têgihiştî bibe da dînamiyeta tundûtûjiyê bi awakî berfereh bê têgihiştin û çîrokên wan wek serpêhatiyên kesayetî ên wan jinan bêne belgekirin. "

Lê rojnamevan Abbas Mûsa dibîne ku belavkirina zanînê ew e riya ku mirov digihîne dadmendiyeke zayendî/ cenderî, û giringtirîn alavên wê DIBISTAN e, çikû ji bo çandina van pirinsîpan di nifşên bên de pêwîst e ku ev pirinsîp di rêbaz û çalakiyên dibistanê de bên peyakirin. Ji bilî vê jî civak hewceyî zanîna giringiya van dozan e, ewên ku bi riya rêxistinên civaka sivîl pêk tên, ligel çalakiyên çandî ku rûbereke  baş ji derbirîna li ser ramanên cûrecûr dihêle, ta ku bighêje ferehkirina bazneya kartêkirinê.

Li herêma ku lê dijî, Lemya berê xwe da komeleke ku alîkariya jinan dike û fêrî pîşeya Terzîtiyê bû, weha jî dest bi fêrkirina bikaranîna Kompyûter/Compioter kiriye, û dibêje ku ew li ser riya pêkanîna serxwebûna aborî ye, "Ez hest dikim ku hê min dem heye ez xwe bi pêş bixim û qezencin din wergirim. Ji min re derbaskirina çil salî ji temen  bêwate ye, hê anarciyeke têra min heye ku fêrî gelek pîşeyan bibin. ".

مقالات متعلقة

الكتّاب الكرد السوريون

14 تشرين الأول 2023
لماذا يكتب قسم من الكتْاب الكرد باللغة العربية؟ وهل يكون هذا أدباً كردياً أم عربياً في هذه الحالة؟ أم أدب عربي بروح كردية؟ ولماذا قرّر بعض الكتّاب الكرّد أن يكتبوا...
"إنّهم يتحدثون لغة تختلف عن الكردية التي كنا نتحدث بها سابقاً"

02 نيسان 2024
قد يرى البعض أن الفترة القصيرة الماضية لا تكفي للحكم على محاولات نفض الغبار عن اللغة الكردية، وربما تحتاج عملية التغيير إلى كم تراكمي من الجهود، إلا أن هذه الفوضى...
الصحافة في روجافا (1)

29 آذار 2019
تتناول هذه السلسلة المكونة من أربعة أجزاء، والتي يكتبها الباحثان والأكاديميان، الإيطالي أنريكو دي إنجليس، والسوري يزن بدران، بيئة الإعلام في شمال شرق سوريا. وستركز المقالات الثلاث الأولى على تحليل...

هذا المصنف مرخص بموجب رخصة المشاع الإبداعي. نسب المصنف : غير تجاري - الترخيص بالمثل 4.0 دولي

تصميم اللوغو : ديما نشاوي
التصميم الرقمي للوغو: هشام أسعد